Erdogan bang li pizîşkên ku koç kirine kir

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Pizîşk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ku berê ji pizîşkên diçin derveyî welat re gotibû “eger diçin bila biçin, ev der vala namîne” vê carê bang li wan kir ku vegerin welatê xwe.

Recep Tayyip Erdogan ji bo bangeşeya hilbijartinê vîdeoyek belav kir û bang li pizîşkên ku koçî derveyî Tirkiyê kir ku vegerin.

Erdogan got, “Birayê min ê birêz, ez di çarçoveya programa “Lêkolînerên Rêber ên Navdewletî” de bang li we dikim, vegerin mal û welatê xwe. Ji bo xebatên we yên zanistî dê hemû derfet ji aliyê dewletê ve bên dabînkirin. Silavên ji dil.”

Erdogan sala 2022an ji pizîşkên ji ber şertên jiyanê û debarê ji Tirkiyê koç dikin re gotibû: “Pizîşk bi hinceta ku kêm pere werdigrin diçin derve. Berdin bila herin. Ev der vala namîne.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 3 mehên destpêkê yên sala 2023an de 700 pizîşkan koça Ewropayê kirine. Piraniya pizîşkan jî çûne Almanyayê.

Sala 2023an hejmara pizîşkên ku koça derveyî welat dikin rekoreke nû tomar kir. Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB), di 3 mehên destpêkê yên sala 2023an de 700 pizîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst