RAPIRSÎ: Rêjeya dengên Kiliçdaroglu ji yê Erdogan zêdetir e

01-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Serokkomariyê Tirkiye Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyîp Erdogan TAG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya TAGê %51.8ê beşdaran dixwazin berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu wek serokkomarê Tirkiyê bibînin û rêjeya dengên Erdogan jî %42.6 e.

Lêkolîna TAGê encamên rapirsiya xwe ya dawî piştî ku 4 berbijêrên serokkomariya Tirkiyê hatin diyarkirin eşkere kir. Rapirsî di navbera 24 û 30ê Adara 2023an de ligel 1700 beşdaran hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %51.8, rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %42.6 e.

Herwiha rêjeya dengên Muharrem Ince %3.2 ye ku Ince gotibû rêjeya dengên wî %16 e û rêjeya dengêndên Sînan Ogan jî %2.5 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst