Dengdêrên Kurd li Stenbolê bi rêjeyeke mezin piştgiriya Îmamoglû kirin

01-04-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Şaredariya bajarê Stenbolê piştî 25 salan ket destê CHP
Şaredariya bajarê Stenbolê piştî 25 salan ket destê CHP
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan CHP HDP Kurd Ekrem Îmamoglû
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Rikeberiya herî mezin ya di navbera opozisyon û desthilata Tirkiye’de bi serkeftina opozisyonê encam da. Şaredariya bajarê Stenbolê piştî 25 salan ket destê CHP. Encama ku di dawiya ragihandina hemû bajarên Tirkiye de hate ragihandin  eşkere dike ku Ekrem Îmamoglû êdî dibe serokê şaredariya Stenbolê. Îmamoglû bi saya dengdêrên kurd dê 5 salan serokê şaredariyê be.

 

Serê sibê li navenda CHP pîrozbahiyan destpê kir. Him Ajansa Anadolê him jî Desteya Bilind a Hilbijartinan serkeftina berbijêrê CHP ragihand. Dengdêrên kurd li Stenbolê bi rêjeyeke zor piştgiriya Îmamoglû kirin.


Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbol Rawîn Stêr ji berbijêrê CHPê  Ekrem Îmamoglû ev pirs kir: “Di tabloya ku derketiye de êdî eşkere û zelal e ku hun bi saya du tiştan biser ketine. Yek nebûna berbijêrê HDP du, piştgiriya kurdan. Peyameke we taybet bi dengdêrê kurdan heye gelo?


Ekrem Îmamoglû di bersiva xwe de wiha got: “Peywendiyeke min a semîmî û ji dil bi hevbajariyên min ên Kurd û hevwelatiyên min ên Kurd re heye. Ev ne tenê ji bo îro, yan tenê li ser hevwelatiyên Kurd nîne, tevger, serederî û nêzîkbûna min ji bo hemû kesên ku li Stenbolê dijîn, di heman nêzîkatiyê de ye. Zimanê ku di vê hilbijartinê de hat bikaranîn, em jî birîndar kirin, ev jî bû sedema wê yekê ku peywendiya me ya li gel dengderan bihêztir bibe. Ne tenê li ser hevbajarî û hevwelatiyên min ên Kurd, em dê ji bo tedawîkirina hemû birînên ku hene hewl bidin. Em dê bi hemû grûp, hemû netewe û hemû komên baweriyê re yek bi yek biaxivin û em dê pêvajoyeke gelek cuda û demokratîk li Stenbolê bidin jiyîn. Min ev bi her kesî re parve kir, ji ber vê bila ti gumanên wan tine be.


Rikeberiya ku li Stenbolê di proseya bangeşeyan de her kêlî mayînde bû, di ragihandina encaman û tomarkirina dengan de jî berdewam kir. Di dawiyê de, Îmamoglû derdora 25 hezar deng ji Bînalî Yildirim zêdetir bidest xistin û bû şaredar. CHPyî binê tiştekî xêz dikin ku ew dê li hemberî herkesî helwesteke wekhev bi cî bikin.


Seroka CHPê ya Stenbol Canan Kaftancioglû jî got: “Em di roja ewil de ne ku li Stenbolê destpêkeke nû heye. Ew 48 seatin em bêxew in, lê em kêfxweş in ku encama ku derketiyê ew dê bibe behnvedana 16 milyon niştecihên bajêr. Ew pîrozbahî eger ji alî 16 milyon kesî ve bê hîskirin wateyeke we heye. Şadbûna li rûyê hemû welatiyan serkeftina herî mezine ji bo me.”


CHP beriya 25 salan şaredariya Stenbolê jidest dabû û ji wê rojê pê ve Ak Partî û beriya wê jî partiyên ku AK Partî ji nava wan derketiye desthilatbûn. Li tevahiya Stenbolê şaredariyên 24 navçeyan ji alî AK Partiyê ve 14 şaredarî ji alî CHPê ve û yek navçe jî ket destê MHP.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst