Buldan: HDP dema ku bixwaze dikare bide windakirin

01-04-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Pervîn Buldan HDP
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand: “Li tevahiya Tirkiyê partiya ku bi ser ketiye û partiya ku dema bixwaze dikare bide windakirin, HDP ye.”

 

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li ser encamên hilbijartinan, bi taybetî li ser encamên Stenbol û Enqerê daxuyaniyek belav kir.

 

Pervîn Buldan li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, partiya ku bi ser ketiye û partiya ku dema bixwaze dikare bide windakirin, HDP ye.

 

Buldan di daxuyaniya xwe de gotiye: “Li tevahiya Tirkiyê partiya ku bi ser ketiye û partiya ku dema bixwaze dikare bide windakirin, HDP ye. Nuqte.”

 

 

 

 

 

Berî niha Hevserokê HDPê Sezai Temelli diyar kiribû ku li Enqere û Stenbolê eger berbijêrên CHPê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu bi ser bikevin, ev dê bi dengên Kurdan bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst