Di êrişa Dêra Santa Mariayê de daxwaza girtina 34 kesan tê kirin

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dêra Santa Mariayê Stenbol DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê êrişa li ser Dêra Santa Mariayê ya navçeya Sariyera Stenbolê de bi tohmeta “endamtiya DAIŞê û kuştina bi zanebûn” daxwaza girtina 34  gumanbaran tê kirin.

Roja yekşemê li navçeya Sariyerê ya Stenbolê 2 kesan di dema ayînê de bi çekan êrişî Dêra Santa Mariayê kir û di êrişê de kesek hatibû kuştin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê êrişê de lêkolîn dabû destpêkirin û 60 kes hatibûn desterkirin.

Ji wan 24 kesan piştî karûbarên yasayî hatibûn dersînorkirin û karûbarên yasayî yên derbarê 34 kesên din de berdewam in.

Li gorî zanyariyan tîman 34 gumanbarên desteserkirî birin Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.

Piştî temambûna karûbarên îfadeyê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê 21 gumanbar ji wan bi tohmeta “endamtiya DAIŞê û kuştina bi zanebûn” û 13 gumanbarên din jî bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayan a Nobedar a Stenbolê.

Biryara dawî ya li ser dosyeyê dê dadger bide.

Roja yekşemê 2 kesan di dema ayîna Xirîstiyanan de bi çekan êrişî Dêra Santa Mariayê ya Îtalî ya li navçeya Sariyera Stenbolê kiribûn.

Di êrişê de welatiyekî 51 salî yê bi navê Tuncer Cîhan hatibû kuştin.

Rêxistina terorî ya DAIŞê berpirsyariya êrişê li xwe girtibû.

Her du kesên êrişkar ku endamên DAIŞê bûn piştî êrişê di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.

Yek ji wan welatiyê Rûsyayê û yê din jî ji Tacîkistanê bû û her duyan li restoraneke sûşiyan a li navçeya Bahçelîevlerê kar dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst