Li Idlibê bordûmankirina nexweşxane û koçberbûna xelkê berdewam e

29-05-2019
RÛDAW
Ji topên topxaneyên Sûriyê û mûşekên firokeyên Rûsyayê xelk direvin
Ji topên topxaneyên Sûriyê û mûşekên firokeyên Rûsyayê xelk direvin
Nîşan Sûriye Rûsya Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Idlib a Sûriyê bombebaranên ji aliyê hikûmeta wî welatî û Rûsyayê ve berdewam in û dibistan û nexweşxane jî dibin hedefa êrişan.

Ji topên topxaneyên Sûriyê û mûşekên firokeyên Rûsyayê xelk direvin, ew rewşa piraniya Idlibiyan e li bakurê Sûriyê. Wêranbûna mal, dibistan û nexweşxaneyan, êdî ne nûçeyên bilez ên navçeyê ne, welatiyên Sûrî êdî bi yekcarî bêhêvî bûne.

Pizîşk Ehmed Esed wiha behsa rewşa Ilibê dike: “Bêguman di asta herî jor a bêhêvîbûnê de ne û tişta vê dawiyê qewimî û bi hevdengiya cîhanê, musîbeta Sûriyê, musîbeta herî mezin a sedsala 21ê. Musîbeta mezin."

Li gor Neteweyên Yekbûyî, heta niha zêdeyî 160 kesên sivîl hatine kuştin û nêzîka 270ê hezar kesên din jî koçber û derbider bûne. Hejmareke piştrastkirî ya birîndaran jî nîne ji ber kêlî bi kêlî zêde dibe.

Akinciyê Idlibê Mistefa Îsmaîl jî got ew nîgeran e li nexweşxaneyê bimîne, ji ber ew nexweşxaneyan dibin  hedef.

Nûnera Daîmî ya Brîtanyayê li Neteweyên Yekbûyî Karen Pierce dibêje, Sûriye û Rûsya bi qest nexweşxane û dibistanan dikin armanc û dibe ku wek tawanê şer bê hesabkirin.

Pizîşk Usame Îdo jî got: "Ev zêdetir e ji tawanê şer. Ev nexweşxane take nexweşxane bû li vê navçeyê, piştî armanckirina çendîn nexweşxane li navçeyên derdora bakurê Hema û başûrê Iddlibê. Vê jî nexweş û birîndar neçar kirine ku ber bi nexweşxaneyên hikûmetê ve biçin, rêyeke dijwar û gelekî jî dûr e."

Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, bordûmana berdewam a navçeyê, hewlên wan ên pêşkêşkirina hevkariyê ji nav dibe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst