Li Helebê şer dijwar bû: Çend bajarok ji destê Hikûmeta Sûriyeyê derketin

28-11-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Heyeta Tehrîr El Şamê Heleb Artêşa Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li rojavayê Helebê şerê di navbera Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de dijwar bûye û kontrola çend gund û bajarokan ket di destê Heyet Tehrîr El Şamê de.

Rewşa aloz û milmilaniyê li gundewarê rojavayê Helebê ji sibeha 27ê Çiriya Paşîn a 2024an ve  berdewam dike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, dengê top û lêdanan ji dûrahiya kêmtirî 10 kîlometreyan, li taxên rojavayê Helebê tên bihîstin.

Tirsa xelkê ji wê yekê heye ku aloziya salên 2012 heta 2016yan li wî bajarê dîsa rû bide û ew di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û grûpên çekdar de bibin qurbaniyên wan rûbirûbûnên çekdarî.

“Komên çekdar şer ragihand”

Çalakvanê ji gundewarê rojavayê Helebê Mutaz Nasir got:

“Odeya Operasyonên (El Feth El Mubîn) ku Heyeta Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam, û Ceyş El Izze û hinek ji grûpan li xwe digire, şerek ragihand.

Wan navê wî şerê kireye Ragirtina Şerangêziyê. Di vî şerî de, hinek gund û bajarokên li rojavayê Helebê, hatin rizgarkirin.”

Tehrîr El Şam hinek gund kontrol kirin

Bi gotina Mutaz Nasir kontrola gundên Eyn Care, Acil, Iwêcil, Qubtan Cebel, El Hotê, Orim El Suxra û Orim El Kubra ketine di destê Heyet Tehrîr El Şamê de.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji berî 2 mehan ve, amadekarî ji vê êrîşê re tê kirin.

Hat zanîn ku komên çekdar li herêmên gundewarê rojavayê Helebê û rojhilatê Îdlibê, hinek pêşketinên meydanî bi dest xistine lê li hemberî wan jî firokeyên Rûsyayê û topxaneya artêşa Sûriyeyê hewla şikenandina wê êrişê didin

“Rejîmê xelk koçber kir”

Mutaz Nasir her wiha got:

"Piştî ku rejîma Sûriyeyê, di çend operasyonên leşkerî de, li pey hev ku ji sala 2018yan ve heta 2020an berdewam bûn, ev herêm kontrol kirin, bi hevkarî ligel milîsên Îranî, xelkên van navçeyan koçber kirin.

Em behsa pêleke hilkirina niştecîbûnê dikin ku sala 2019 - 2020an hate texmînkirin, nêzîkî milyonek kesan bûn.

Beşek ji wan li Ewropa yan li Tirkiyeyê bûne penaber, yan jî neçar bûn, li hundir koçberî navçeyên nêzîk bibin, wekî Îdlib û Efrînê."

97 kes hatin kuştin

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî ragihand ku di 24 demjimêrên borî de, heta sibeha îro, 97 kes hatine kuştin.

Ji wan 44 çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam, 16 çekdarên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya ser bi Tirkiyeyê ve û 37 leşkerên hêzên artêşa Sûriyeyê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst