Hêzên hikûmeta Sûriyê gundek li rojhilatê Idlibê topbaran kirin

28-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyê şeva bihorî gundek li rojhilatê bajarê Idlibê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Afes li rojhilatê bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê bi topxaneyê kirin armanc.

Gundê Afes li ser xêza rûbirûbûna hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û Desteya Tehrîr el-Şam e û tenê 3 kîlometreyan dikeve bakurê rêya M4.

Heta niha ti zanyarî derbarê zerar û ziyanên topbaranê de nehatine eşkerekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst