Kêmbûna ava Bendava Feratê bandorê li masîgiriyê dike

27-07-2023
Loloxan
Wêne: VT
Wêne: VT
Nîşan Masîgirî Tebqe Bendava Feratê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bendava Çemê Feratê ya bajarokê Tebqe ya rojavayê Reqayê asta ava golê zêde daketiye û vê yekê bandoreke neyînî li hebûn û jiyana masiyan û pîşeya masîgiriyê kiriye.

Rapora Grûpa PAX a Holandayî vê yekê bi hişkesalî û kêmbûna ava Çemê Feratê rê têkildar dike. Masîgir jî dibêjin ku berî niha qet tiştekî wiha nebûye.

"Ji niha û bi pê ve ez nikarim li ser masîgiriyê bijîm"

Masîgir Îsmaîl Hilal anî ziman,

“Min jiyana xwe di golê de derbas kir. Ez ji 1986an ve li ser golê dijîm, ji dema ku ez 12 salî bûm ve. Îsal min dest ji kar berda, ji niha û bi pê ve ez nikarim li ser masîgiriyê bijîm. Berê masî zêde bûn. Masîgiran rojane 100 kîlo digirt û dikarî malbata xwe pê xwedî bike û alavan jî bikire lê îro tu nikarî ji sedî 5ê rêjeya salên berê bigirî.”

Bi gotina masîgiran û firoşkarên masiyan, salên berê di her firoşgeheke masiyan de zêdetirî tonek masî dihat firotin lê niha ji ber kêmbûna ava golê zêdetirî 200 kîlo masî li her firoşegehekê nayê dîtin û firotin.

Niha her masîgirek nikare rojane ji 2 kîloyan zêdetir masî ji golê bi dest bixe.

"Em hewl didin zarokên xwe dûrî vê pîşeyê bikin"

Masîgir Elî Şiblî jî got, “Asta ava Feratê daketiye û masî jî kêm bûne. Nebûna masiyan wê bandorê li ser paşeroja zarokên me bike. Em hewl didin zarokên xwe dûrî vê pîşeyê bikin. Daketina asta avê bandorê li ser pîşeya masîgiriyê dike.”

Çemê Feratê ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike û bi dirêjahiya 2800 kîlometreyî di nav axa Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê re diherike.

Bendava Feratê sala 1974an hate çêkirin ku bendava herî mezin a Sûriyeyê ye.

Bendava ku dirêjahiya wê 80 kîlometre, pehniya 8 kîlometre ye li bajarokê Tebqeyê ji bo hilberîna elektrîkê ji aliyê Yekîtiya Sovyêtan ve hate çêkirin û bendav dikare 14,1 milyar metresêca av kom bike.

Bendava Feratê niha di bin destê Rêveberiya Xweser de ye, ji ber hişkesaliyê û girtina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve asta ava bendavê 4 metreyan daketiye.

Grûpa PAXê derbarê pîsbûna avê û belavbûna nexweşiyan de li zengilê metirsiyeke mezin da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst