Omer Osê: Bi du sedeman beşdariya Kurdan di komîteya destûrê de lawaz e

25-09-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Parlamenterê Sûrî yê Kurd, Omer Osê dibêje, ji ber du sedeman beşdariya Kurdan di komîteya destûrê de lawaz e
Parlamenterê Sûrî yê Kurd, Omer Osê dibêje, ji ber du sedeman beşdariya Kurdan di komîteya destûrê de lawaz e
Nîşan Sûriye Komîteya Destûra Sûriyê Omer Osê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Kurd ê Sûriyê, Omer Osê ragihand, ji ber du sedemên sereke beşdariya Kurdan di komîteya nivîsandina destûra wî welatî de lawaz e, ku ew jî nelihevkirina aliyên Kurdî û destêwerdanên herêmî û navdewletî ne.

Piştî ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, pêşwazîkirina rêkeftina damezrandina Komîteya Destûra Sûriyê ragihand, êdî qonaxeke din destpê dike. Lê ev yek di demekê de ye, ku gelek kes û aliyên Kurdî behsa lawazî û kêmbûna hejmara nûnerên Kurd di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de dikin.

Endamê nû yê lîsteya navên nûnerên opozisyonê, Ebdulhekîm Beşar ji Rûdawê re ragihand, bi biryarekê ji Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûrî û erêkirina Desteya Siyasî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, navê wî li şûna navê Hewas Xelîl Egîd hatiye danîn.

Ebdulhekîm Beşar herwiha got, du nûnerên Kurd di nav lîsteya opozisyonê de ne, ku yek ji wan ew bi xwe û yê din Kamîran Haco ye.

Beşar da xuyakirin, di nav lîsteya sêyem de jî, ku lîsteya taybet bi civaka sivîl û kesên serbixwe ye û ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, tenê 2 nûnerên Kurd hene.

Ebdulhekîm Beşar derbarê sedema lawazî û kêmbûna hejmara nûnerên Kurd  di nav komîteya destûrê de ragihand, “rejîm heye û opozsiyon jî heye, di nav aliyê opozsiyonê de, tenê Îtîlafê navên nûnerên Kurd ên ENKSê pêşniyar kirine, lê aliyên din, di nav Desteya Danûstandinan a Opozsiyonê de, weke Heyet Eltensîq, Paltforma Moskow, Platforma Qahîre û aliyê hêzên çekdar, navên nûnerên Kurd  pêşniyar nekirine.”

Di nav lîsteya hikûmeta Sûriyê de jî, nûnerekî Kurd heye ku li wî welatî parlementer e. Omer Osê ragihand, ku du sedemên sereke yên lawaziya nûnertiya Kurdan hene, ew jî nelihevkirina aliyên Kurdî û destêwerdanên herêmî û navdewletî ne, bi taybet Tirkiye, ku veto daniye ser beşdarkirina Rêveberiya Xweser, PYD û hin kesayetiyên Kurd.

Li gorî hejmara nîşteciyên Sûriyê, rêjeya Kurdan gihiştibû 15%, êdî diviyabû bi kêmanî 22 nûnerên Kurd di nav Komîteya Destûrê de hebana. Ji ber ku berî krîza Sûriyê hejmara nîşteciyên wî welatî 21 milyon kes bû, di nav wan de bêhtir ji 3 milyon Kurd hebûn.

Lê bi sedema şer û pevçûnan û aloziya rewşa siyasî, aborî, civakî û leşkerî, hejmara nişteciyên Sûriyê gelekî ji 21 milyonî kêmtir bûye. Di nav de jî li Rojavayê Kurdistanê hejmara nîşteciyên Kurd bûye kêmtir ji 3 milyonan. Lê heta niha bi sedema rewşa aloz, ti serjimêrî û amarên fermî nehatine encamdan û ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst