Li bajarê Siwêda teqînên li pey hev: 40 kuştî

25-07-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye Teqîn Siwêda Kuştî Birîndar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îro serê sibehê li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyê teqînên li pey hev qewimîn û 40 kes hatin kuştin, ku piraniya wan ser bi hêzên Beşar Esed in û hejmarek jî xelkê sivîl in.

 

Rewangeha Sûriyê ragihandiye ku 40 kes ji ber teqînên îro li Siwêda hatine kuştin û ji wan herî kêm 26 kes milîsên ser bi hêzên Beşar Esed in.

 

Îro serê sibehê li nav bazara Siwêda bi rêya sê xwekujan sê teqîn qewimîn û herwiha çend teqîn jî li gundên derdora Siwêdayê qewimîn.

 

Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê temamê parêzgeha Siwêda kontrol dikin, ku dikeve başûrê Sûriyê. Herwiha çekdarên DAIŞê jî li deverên biyaban ên nêzîkî wê parêzgehê ne û carinan êriş dikin ser hêzên hikûmeta Sûriyê yên li wê parêzgehê.

 

Êrişên xwekujî yên îro ku li gor Rewangeha Sûriyê "ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat encamdan", di nav çend mehên borî de êrişên herî mezin bûn.

 

Li gor ajansa AFP, DAIŞê îro di encama van êrişan de ji wan neh gundên ku êriş birin ser wan, sê gund kontrol kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst