SÛRIYE - 200 hezar penaber vegeriyan nav kavilan

24-01-2025
RÛDAW
Koçber li malên xwe yên kavil dinêrin \ Wêne: AFP
Koçber li malên xwe yên kavil dinêrin \ Wêne: AFP
Nîşan Neteweyên Yekbûyî (NY) Sûriye Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Şam Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku heta niha 200 hezar penaberên Sûriyeyê vegeriyane welatê xwe.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve bi milyonan welatiyên Sûriyeyê koçber û penaber bûne.

Desthilata Esed nema lê hîn jî rêjeya vegera koçberan a nav Sûriyeyê kêm e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî dema ketina rejima Esed û heta 20ê vê mehê nêzîkî 200 hezar koçberên Sûriyeyî vegeriyane ser mal û milkên xwe.

NY pêşbînî dike ku di 6 mehên bê de nêzîkî milyonek koçberên Sûriyeyê ji welatên cîran vegerin welatê xwe.

Koçber û penaberê Sûriyeyî yê bi navê Umer Keffûzî û neviyên xwe vegeriyane nav mala xwe ya wêran a li bajarokê Hemmûriyeyê ya li Xûteya Rojhilatê Şamê.

Umer şok bûye, nizanîbû dê vegere nav kavil û wêraniyê lê tevî rewşa xirab ew ji halê xwe razî ye û dibêje ew ne poşman e.

“Ez ji vegerê ne poşman im”

Umerê koçber behsa vegera xwe kir û wiha got:

“Dema rejîm ket û xelkê dest bi vegerê kir, di nava du rojan de me kel û pelên xwe li otomobîleke Suzuki kirin û em vegeriyan.

Ez li ser vegerê de ne poşman im, divabû bi her awayî vegerim mala xwe.”

Koçberên vegeriyayî destteng in, pere li ba wan nînin da ku ji nû ve malên xwe yên wêran ava bikin lewre hewara xwe digihînin rêxistinên navneteweyî

Koçberê bi navê Ehmed Keffûzî jî li ser vegera xwe got, “Em bi hêvî ne jinûavakirina welat dest pê bike em li bendê ne rêxistinên navneteweyî vî karî bikin. “

Li gorî gotina Ehmed Keffûzî, ti kes nikare vî barê giran hilgire û li seranserê Sûriyeyê  wêraniyeke mezin heye.

“Jêrxan bi temamî têk çûye”

Rêxistinên xwecihî di warê anîn û bicîhkirinê de alîkariya koçberên vegeriyayî dikin.

Di heman demê de pêdiviyên serekî didin koçber û penaberan.

Berpirsekî rêxistinên sivîl ê bi navê Bêbers Zên jî li ser tevgera vegera koçber û penaberan wiha got:

“Me pêşwazî li nêzîkî 106 malbatan kiriye. Nêzîkî 2 hezar malbat jî dixwazin vegerin.

Jêrxan têk çûye, tiştekî bi navê jêrxanê qet nemaye." 

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û li Sûriyeyê serweriya desthilata Beşar Esed bi dawî bû.

Piştî rûxîna desthilata Esed hinek penaberên Sûriyeyî yên li welatên cîranên Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst