RÛDAW TAYBET – Hêzên Tirkiye, Amerîka û HSD li heman gundî ne

23-06-2018
Huner Ehmed
Huner Ehmed
Minbic
Minbic
Nîşan Minbic Tirkiye Amerîka Encûmena Leşkerî
A+ A-

Minbic (Rûdaw) – Gundê Çat, li ser nexşeyê weke weke Refîe tê naskirin. Gundekî biçûk e lê bûye cihê milmilaneyeke mezin. Ji bilî du hêz û bi dehan grûbên navxwe yên Sûriyê, bûye pêgeha du welatên zilhêz ên herêmê.

 

Beşeke gundê Çat di bin kontrola Tirkiye û çekdarên Mertala Feratê de ye. Beşa din jî di bin kontrola hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Amerîkayê, ku li wir bicîh bûne.

 

Qonaxa yekemîn a nexşerêya navbera Amerîka û Tirkiyê de li vî gundi hate cîbicîkirin, ku hêzên Tirkiye û Amerîkayê bi hevbeşî hatine belavkirin.

 

Leşkerên Tirkiyê li vî gundî bi eşkere tên dîtin û şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî çavdêriya liv û tevgerên wan dikin.

 

Li herdu aliyên gund jî nîştecihên gund temaşeyê van hêzan dikin û nizanin ka di siberojê de çi rû bide.

 

Du otomobîlên çekdarên Mertala Feratê, rêya hummerên Tirkiyê diparêzin.

 

Dû otaombîlî çekdaranî qellxanî furat rêgay hemerekanî turkya deparêzin. Hummerên leşkerî yên Tirkiyê jî gundê Çatê bicîh dihêlin û vedigerine nav serbazgeha xwe.

 

Hêzên Amerîkayê jî di herêmên bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encûmena Leşkerî ya Minbicê digerin. Ev yek jî amajeya wê yekê ye, ku li herêmê di navbera hêzên Amerîka û Tirkiyê de hemahengiyeke temam heye.

 

Ji bo parastina canê gundnîşînan, hewl didin şer û alozî çênebe lê weke fermandarên Encûmena Leşkerî ya Minbicê dibêjin, “Eger Tirkiye Rûbarê Feratê derbas bike, ew jî li hember vê destê xwe girênadin.”

 

Fermandarê Mîhwera Sacûrê Xelîl Mistefa ji Rûdawê re got: “Hêzên Tirkiyê li van navçeyan hebûn lê ne weke niha ku hûn dewriyeyên wan dibînin. Berê bi otomobîlek du otomobîlan li xelên pişt dewriye digeriyan. Lê piştî rêkeftinê niha bi awayeke rêkûpêk hertim dewriyeyên wan li van deran heye. Lê çi gava hewl bidin satirên xwe derbas bikin em ê bersivê bidin wan.”

 

Li ser sînorê gund, herçend xelkê van deveran xizmên hev jî bin, lê ji bo serdanê pêwîste destûrê werbigrin. Hinek ji nîştecihên gundên bin desthilata hêzên Mertala Feratê jî xanî û malên xwe bicîh dihêlin, jiber ku ew ji rewşê ne piştrast in û metirsiya pevçûnê di navbera hêzên li navçeyê de heye.

 

Şervanê Encûmena Leşkerî yê Minbicê Ferzad Elo jî got: “Rênima, rêzikên me hene. Qedexe ye otomobîl û motor werin jûr ve. Li gorî rêzikên xwe destûr û îcazed idin xelkê ku werin jûr ve.”

 

Piştî vekişandina şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), herwiha avakirina tîmên hevbeş ên gerok di navbera hêzên Tirkiye û Amerîkayê de, biryare qonaxa duyemîn a nexşerêya di navbera herdu welatan de ji bo Minbicê, di nava 6 mehan de were cîbicîkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst