Li Hema û Idlibê şer berdewam e

23-05-2019
RÛDAW
Nîşan Sûriye Hema Idlib Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona Rûsya û artêşa Sûrî li bakurê Hema û başûrê Idlibê dijî grûpên opozisyonê bi dijwarî berdewam e. Li bajarokê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê, ji ber bombebaranê xelkekî zêde derbider bûne, û li kamp û nav darên zeytûnan li deverên sînorî yên ligel Tirkiyê bicîh bûn e.


Di vê derbarê de Rêxistina Rizgarkirina Zarokan a Navdewletî roja 20 vê mehê ragihandibû ku li bakurê Sûriyê di encama bombebaranê de, bi kêmanî 38 zarok hatine kuştin û 46 zarok jî birîndar bûn e.

 

Li Idlibê ji berbomebarana berdewam,  wêranî û kuştin zêde bûye.

 

Zarokek bi navê Hesen ku ji ber şer û bombebaranên vê dawiyê li Idlibê derbider bûye, dibêje: “Em li Xan Şêxûn bûn, em du hefteyan li wê derê man, piştre em çûn Hebîtê. Helîkopterekê bermîlên teqîner avêtin, em bi otomobîlekê reviyan û derbider bûn, hevdem firokeyekê nexweşxane bordûman kir.”

 

Hejmareke zêde ya zarokên derbider bav û dayikên xwe di şer û bordûmana firokeyên Rûsya û topbarana hêzên hikûmetê de ji dest dane. Herwiha ji dibistan û xwendina xwe jî bêpar bûne.

 

Hesen di berdewamiya axavtina xwe de got: “Em li dibistana xwe gelekî kêfxweş bûn, ez bi hevalên xwe re dileyîstim, em gelekî kêfxweş bûn. Berî hefteyekê bermîlek teqîner li navçeyê ket, em hemû reviyan, hinek xelk hatin kuştin, hinek rizgar bûn û em hatin vê derê.”

 

Herwiha Li bajarokê Kefrunbul ê başûrê Idlibê jî di encama bordûmana firokeyên Rûsya û bermîlên teqîner ên helîkopterên Sûriyê de, bi dehan mal û sazî wêran bûn, xelk derbider bûn û tevgera jiyanê li navçeyê sar bû.

 

Welatiya bi navê Um Wesil ku xelka bajarokê Kefirunbul e, jî li ser rewşa deverê piştî operasyonên vê dawiyê yên Artêşa Sûriyê dibêje: “Ma ka ezê çi bikim? Ka wê zarokên biçûk çawa bijîn? Ev hemû jin kesekî wan nîne. Ne xanî ma û ne pere hene ku derkevin. Ka wê bi kûderê ve biçin?”

 

Tevî ku Rûsya û hêzên hikûmetê roja Yekşema bihorî agirbesteke 72 saetî ragihandibûn, lê grûpên çekdar ên opozisyonê pêbendê wê nebûn. Li gor çalakvanên xwecihî jî li bakurê Hema û başûrê Idlibê firokeyên Rûsya û helîkopterên hikûmetê bordûmana xwe ranewestandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst