Li Şamê Kampa Yermûk a koçberên Filistînî tê nûjenkirin

18-11-2022
RÛDAW
Li Şamê Kampa Yermûk a koçberên Filistînî tê nûjenkirin
Li Şamê Kampa Yermûk a koçberên Filistînî tê nûjenkirin
Nîşan Kampa Yermûk Filistîn Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Yermûk a koçberên Filistînî li Şama paytexta Sûriyê, ji paşmayên şerê navxweyê Sûriyê tê paqijkirin. Nêşteciyên ku ji ber şer reviyabûn vedigerin malên xwe. Li nav kampê jî, navenda geşepêdana civakî bo wergirtina zarokên vegeriyaî hatiye vekirin.

Kampa Yermûk di sala 1957an de bo koçberên Filistînî hatibû avakirin. Destpêka krîz û şerê navxwe yê Sûriyê de nêzîka yek  milyon 200 hezar kes li kampê hebûn.

Koçberê Filistînî yê vegeriyayî Ebû Elî got, “Ez di dema bûyeran de heta roja dawî li kampê mam. Di sala 2018ê de mala min wêran bû, lê ji wê demê û heta niha min serdana malê dikir. Em niha malê nûjen dikin, ev nêzîka salekê dibe.”

Li nav kampê jî, navenda geşepêdana civakî bo wergirtina zarokên vegeriyaî hatiye vekirin, ev jî nîşana wê yekê ye daku xelkê kampê yên li derve bi dilekî rehet vegerin.

Balyozê Filistînê li Sûriyê Semîr el-Rifaaî anî ziman, “Vekirina vê navenda civakî armanca wê xizmetkirina xelkê kampê ye, herwiha baweriyê li ba xelkê çêdike daku vegerin kampê. Niha jiyaneke nû li kampê destpê kiriye. Saziyên civakî yên serperiştyar hene. Kamp tê nûjenkirin, lewra rojane xelkê vedigerin kampa Yermûk. Tê texmînkirin zêdeyî 1500 malbatan vegeriyan e, û bi hezaran xwastên vegerê bo aliyên peywendîdar hatine pêşkêşkirin.”

Kampa Yermûk li başûrê Şamê di sala 1957an de bo koçberên Filistînî hatibû avakirin. Destpêka krîz û şerê navxwe yê Sûriyê de nêzîka yek  milyon 200 hezar kes li kampê hebûn. Li gor UNRWA tenê 160 hezar Filistînî di nav wan de bûn di 2015ê de DAIŞê ew kontrol kir. Di 2018ê de hêzên hikûmetê ew ji destê DAIŞê derxist lê kampeke wêran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst