DÊREZOR – Şaredariya El Siwer dest bi paqijiya bajêr kiriye

16-08-2018
RÛDAW
Dêrezor
Dêrezor
Nîşan Dêrezor Şaredarî El Siwar Paqijî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya bajarokê El Siwer li gundewarên rojhilatê Dêrezorê dest bi paqijkirina cade û kolanên bajarok kiriye. Tîmên şarederiyê toz û telaza nav kolanan û bermayiyên li nav bajarok û derdora wî berhev dikin û ber bi cihên taybet ên li derveyî bajarok vediguhêzin.

 

Rêveberê Xizmetguzariyan ê Şaredariya El Siwer Ebid El Elî dibêje: “Em Şaredariya Gel a El Siwer a ser bi Encûmena Sivîl a Dêrezorê ne. Em wekî komîteya xizmetguzariyan kolanan bi du tîman paqij dikin. Tîmek toz û bermayiyan berhev dike û tîmeke din wan ber bi cihên taybet ên li derveyî bajarok vediguhêze."

 

Karmend û karkerên tîmên şaredariyê behsa rewşa bajarokê xwe ya berî destpêkirina karên paqijkirinê dikin. Li gorî gotina wan, berî destpêkirina kempîna paqijkirinê, cade û kolanên bajarok tejî bermayî û gemar bûn û ew yek dibû sedema gelek nexweşiyan.

 

Karmendê Şaredariyê Herbî Xalid dibêje: “Berî ku şaredariyê dest pê bike, cade tejî bermayî bûn, gelek nexweşiyên wekî kolêra û tayê derdiketin ji ber pirbûna bermayiyan li nav bajarokê El Siwer.”

 

Bajarokê El Siwer 50 kîlometreyan li rojhilatê bakurê bajarê Dêrezorê ye. Roja 28ê Îlona 2017an, hêzên Encûmena Serbazî ya Dêrezorê ku beşek ji HSDê ne, ew bajarok ji destê çekdarên DAIŞê derxistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst