Serokwezîrê Iraqê li Sûriyê ye

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Yekşemê çû Sûriyê.

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdaneke fermî çûye Şam a paytexta Sûriyê lê li ser armanc û dema serdanê ti agahî neda.

Piştî ragirtina endamtiya Sûriyê ya di nav Komkara Erebî de, Iraq yek ji wan welatan bû ku berdewam daxwaza rakirina biryarê dida û daxwaza vegerandina Sûriyê ji bo Komkara Erebî dikir, heta ku Sûriyê di dawiyê de cihê xwe bi dest xist û Serokê Sûriyê Beşar Esed beşdarî civîna dawî ya Komkara Erebî bû ku li Erebistana Siûdî pêk hat.

Mihemed Şiya Sûdanî dê bibe yekem Serokwezîrê Iraqê ku ji dema destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê ve serdana Sûriyê dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad roja 3ê Hezîrana 2023an serdana Bexdayê kiribû û bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyabû.

Berdevkê Wezareta Derve Ehmed Sehaf wê demê ragihandibû ku serdana Feysel Miqdad bi armanca gotûbêjkirina peywendiyên Bexda-Şam û rola Iraqê ya di vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî de ye. Her wiha wezîrên derve dê li ser pêşxistina peywendiyên di berjewendiya her du welatên cîran de gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst