Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Tehrîr El-Şam ku berê bi navê Cebhet El-Nusre dihate naskirin, Ebû Mihemed El-Colanî ragihand, şervanên Kurd li Rojhilatê Firatê endamên PKKê ne û ew piştevaniya Tirkiyê dikin ji bo jinavbirina wan şervanan.
Di hevpeyvîneke de, Ebû Mihemed El-Colanî got, PKKê dujminê şoreşa Sûriyê ye û nabin rêgir li berdem operasyona artêşa Tirkiyê li deverên rojhilatê çemê Firatê.
El-Colanî diyar kir, PKK rûbereke berfireh ji axa Sûriyê kontrol kiriye, lewma eger Tirkiyê operasyona Rojhilatê Firatê encam bide, dê Dsteya Tehrîr El-Şam piştevaniya wê bike.
Serokê Desteya Tehrîr El-Şam got: “Em dibînin ku Partiya Karkerên Kurdistanê dujminên şoreşa Sûriyê ne, û niha ew rêxistin navçeyeke berfireh kontrol dike, ku hejmarek mezin ji Erebên Sunne lê dijîn, gelek eşîrên me li wan navçeyan hene, û ciwanên wan ligel me şer dikin, û weke hûn dizanin, me bo demeke dirêj ew navçe kontrol kiribû, û di destpêka şoreşê de me beşek mezin ji wan navçeyan rizgar kiribû.”
Lewra em nabin rêgir li ber operasyonên Tirkiyê li Rojhilatê Feratê, ji ber ku gelek giring e ku PKK ji wan navçeyan were jinavbirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse