SÛRIYE – 760 pizîşk û perestar hatine kuştin

13-11-2016
RÛDAW
Nîşan Sûriye Nexweşxane Rûsya Firoke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amarên fermî û ne fermî, ji destpêka krîza Sûriyê heta niha 760 pizîşk û karmendên tendurustiyê di êrîşên firokeyan û bombebaranan de hatine kuştin.

 

Li gorî amarên Saziya Sazûmaniya Cîhanî, di destpêka sala 2016ê de eşkere kiribû ku 740 pizîşk û perestar bûne qurbanî.

 

Bi taybetî, piştî ku firokeyên Rûsyayê ji 15ê Îlona 2015ê ve jib o piştgiriya Esed beşdarî şerê Sûriyê bûne heta niha, êrîşên li ser nexweşxane û binkeyên tendurustiyê zêdetir bûne.

 

Herwiha jiber zêdebûna êrîşan karmendên tendurustiyê nikarin erkê xwe bicîh bînîn û tê gotin ku ji sedî 70ê karmendan jî dest ji karê xwe berdane.

 

Beriya niha Komîsyona Mafê Mirovan a Navneteweyî ragihandibû, eger êrîşên li ser 4 nexweşxaneyên Sûriyê, anku nexweşxaneyên Heleb, İdlib, Ezaz û Mear Nemanê, bi zanebûn be, dê weke tawana şer bên zanîn.

 

Gelek caran tîmên gerok ên tendurustiyê jî, di dema pêkanîna erkên xwe de bûne amanca êrîşan.

 

Êrîşa herî mezin jî, ya destpêka sala 2016ê, ya li ser Nexweşxaneya Neteweyî ya Mear Neman û 2 nexweşxaneyên gerok ên pizîşkên sînornenas bûn ku di encamê de  11 pizîşk, karmendên tendurustiyê û nexweşan cane xwe ji dest dabû û 36 kes jî birîndar bibûn.

 

Êrîşeke din a li ser nexweşxaneya zarokan a Ezazê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyîş de bû ku di encamê de 13 pizîşk, jin û zarok hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst