Rêveberiya Tebqa: Hikûmeta Sûriyê venegeriyaye nav bajêr

11-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tebqa Sûriye Rojavayê Kurdistanê Bendava Firatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê venegeriyane deverê lê karmendên hikûmetê wek dema berê Bendava Firatê birêve dibin.

 

Di daxuyaniyeke nivîskî de Rêveberiya Sivîl a Tebqa ya girêdayê Reqayê, eşkere kir ku tu rêkeftin bi hikûmeta Sûriyê, derbarê rêvebirina bendava Firatê de nehatiye kirin.


Rêveberiya Sivîl a Tebqayê diyar kir ku ji ber Bendava Firatê, samaneke niştimanî ye, dê karmendên berê yên hikûmetê bi awayekî hevbeş, bi karkerên niha yên Rêveberiya Sivîl re,  karûbarên bendavê birêve bibin.


Di heman demê de Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, amadebûna xwe bo beşdarbûnê di her danûstandinekê de nîşan da, ku têkeve xizmeta gelê Sûriyê, bi taybetî di aliyê xizmetguzarî û rêvebirina çavkaniyên hevbeş de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst