Caferî: Em dê axa Sûriyê li hember hêzên dagirker biparêzin

10-03-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye Beşar Caferî Hêz Dagirker
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Ceferî tekez kir ku ew dê bê dudilî li hember hêzên dagirker ên Tirkî, Amerîkî, Israîlî û komên çete, axa Sûriyê biparêzin.

 

Beşar Ceferî ji ajansa Sputnik a Rûsî re axivî û diyar kir ku Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û hinek welatên din ên kendavê piştgiriyê didin komên çete yên li Sûriyê û got, ʺDewleta Tirk bi hezaran çete derbasî Sûriyê kirin û navendên leşkerî ji wan re li Tirkiyê ava kirine.ʺ

 

Derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê jî Ceferî wiha axifî: “Em ê bê dudilî li hember komên çete û hêzên dagirker ên Tirkî, Amerîkî û Îsraîlî axa Sûriyê biparêzin.”

 

Ji 20ê meha Çile ya 2018ê ve Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê operasyona ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin û heta niha jî berdewam e. Di encamp de bi sedan sivîlan canê xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst