REQA - 2 malbat di nav ava Çemê Feratê de xeniqîn

09-08-2017
RÛDAW
Dema ku ji Reqayê direviyan, di nav ava Çemê Feratê de xeniqîne
Dema ku ji Reqayê direviyan, di nav ava Çemê Feratê de xeniqîne
Nîşan Reqa malbat Çemê Firatê xeniqîn zarok jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ser bi opozîsyona Sûriyê ji Reqayê ragihand, ku 2 malbat dema ku ji Reqayê direviyan, di nav ava Çemê Feratê de xeniqîn.

 

Wan her du malbatan dixwestin ji navçeyên di bin destê çekdarên DAIŞê de birevin navçeyên bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

 

Heman çavkanyê diyar kir, ku her du malbat ji gundê Siwêde bûn ku 60 kîlometre dûrî Reqayê ye.

 

Bi gotina çavkaniya ji Reqayê, her du malbat ji 3 jin û 6 zarokan pêk dihatin.

 

Roja Yekşemê, dema ku hewl dane ji perava başûrê Çemê Feratê herin perava bakur, belema wan di nav ava çem de qulipiye.

 

Berê jî 3 zarokên wan navçeyan bi heman awayî xeniqî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst