Çandina darên fêkiyên tropîkal li Tertûsa Sûriyê geş bûye

09-07-2023
Loloxan
Çandina darên fêkiyên tropîkal li Tertûsa Sûriyê geş bûye
Çandina darên fêkiyên tropîkal li Tertûsa Sûriyê geş bûye
Nîşan Sûriye Fêkiyên Tropîkal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Tertûsê ya Sûriyê li peravên wî welatî çandina darên fêkî yên tropîkal geş bûye.

Darên fêkî wek mango, avokado, chocolate, dragon û mûz çend sal dibe ji aliyê meraqdaran ve bi armanca geştyarî û bazirganiyê tên çandin.

Xwediyê çewlîkê Hesen Mihemed got "Ev projeya çandiniyê, tecrubeyeke çandina darên fêkî yên tropikal e, bi xwe projeyeke geştyarî serbixwe ye. Bo min û xelkê navçeyê projeyeke aborî ye. Bi rastî ew çewlîkeke ku hejmarek pincarên xweşik li nav avê li xwe digire, ligel darên fêkî yên Tropical dibe projeyeke çandinî û geştyariyê."

Projeya çandina pincar û darên fêkiyên tropîkal li Tertûsê ji aliyê çend endazyaran ve di sala 2013an de destpê kiriye, encam û berhemên baş ên vê çandiniyê bûne sedema berfirehkirina vê tecrubeyê li sernaserê Sûriyê.

Serokê Komeleya Çewlîkên Darên Fêkiyên Tropîkal Nadir Salih diyar kir "Hemû welatî bi îmkanên xwe, nemaze yên li navendên bajaran dijîn ji xeynî navçeyên peravan dikarin van darên fêkî biçînin, niha nêzîka 25 hezar dar û pincarê Dragon li nav zeviya min a çandiniyê hene."

Niha li parêzgeha Tertûsê zêdeyî 90 corên pincar û darên fêkiyên tropîkal tên çandin daku ev corê fêkî ji ber nirxên bilind neyên hawirdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst