7 jinên Kurd ên Êzidî li Dêre Zorê ji destê DAIŞê reviyan

06-02-2019
RÛDAW
Heta niha 129 keç û jinên Kurd ên Êzidî xwe gihandine YPJê
Heta niha 129 keç û jinên Kurd ên Êzidî xwe gihandine YPJê
Nîşan Kurdên Êzidî Dêre Zor YPJ DAIŞ Rev
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Ji sala 2015an ve nêzîkî 129 keç û jinên Kurd ên Êzidî li Sûriyê piştî reva ji destê DAIŞê, xwe gihandin Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) kirine. Hefteya derbasbûyî jî 7 jinên Kurd ên Êzidî li Dêre Zorê xwe gihandin YPJê kirin.

 

Jineke ku sê car kirîn û firotin pê hatiye kirin dibêje, ji ber ku kurê wê li cihekî din di bin destê DAIŞê de desteserkirî bû, ji bo parastina canê kurê xwe di çar salên borî de nereviyaye.

 

Bîsa Hemed Temar dibêje ku ti car êş û janên ku di destê DAIŞê de dîtiye ji bîr nake û diyar kir: “Kesekî Swêdî got were cem min, ez çûm cem wî, 5 meh li cem wî mam, piştre wî ez firotim kesekî ji Tedmûrê, ji Reqayê bo Tedmûrê, li ba Ebû Hîşamê Sûrî pênc roj mam, piştre wî jî ez firotim Ebû Mihemedê Himsî.”

 

Hefteya derbasbûyî 7 jinên Kurd ên Êzidî piştî ku deverên herî dawî yên DAIŞê li Sûriyê hatin kontrolkirin, rizgar bûn. Ev jî piştî çendîn salên mana weke kenîzeke çekdarên DAIŞê û qurbaniya destê bazirganiyê.

 

Bîsa Hemed dibêje: “Ew hemû tiştan dikin. Çi dixwestin dikirin û wan çi ji me dixwest me dikir, me nikarîbû bigota na.”

 

DAIŞê di 2014an de êriş kire ser Şingalê û deverên derdora wê ku cihê sereke yê Kurdên Êzidî bû, bi sedan zilamên wan kuştin û zêdetirî 6000 keç û jin revandin.

 

Herwiha hefteya derbasbûyî nêzîkî 36 hezar kes deverên bin destê DAIŞê bi cih hiştin û berê xwe dan wan deveran ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatine kontrolkirin, di nav wan de jî çendîn jinên Êzidî hebûn ku hêvî dikin di demeke herî nêz de bi malbatên xwe şad bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst