UN daxwaza derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê heta saleke din dike

05-07-2023
Loloxan
UN daxwaza derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê heta saleke din dike
UN daxwaza derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê heta saleke din dike
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Sûriye Alîkariya Mirovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa kampên Idlibê gelekî xirab e, welatî dixwazin deriyên sînorî yên Idlibê bi Tirkiyê re vekirî bimîne, eger derî bên girtin wê rewşa wan gelek xirab bibe. Yekîtiya Ewropayê daxwaza derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê heta saleke din dike.

Navçeya Sermeda ye li bakurê Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê, Cîgirê Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê ji bo karûbarên mirovî li Sûriyê David Carden ligel timeke peywendîdar derbarê pirsa derbaskirina alîkariyên mirovî serdana kampeke koçberan dike.

Cîgirê Koordînatorê UNê ji bo karûbarên mirovî li Sûriyê David Carden anî ziman, “Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî zêde zelal bû, dema daxwaz ji Civata Ewlekariyê kir biryara derbaskirina alîkariyan ligel sînor bo 12 mehan nû bike, ku wê di 10ê Temûzê de bidawî bibe. Zêde zelal bû di vê xalê de. Sedema pêdiviya me derbarê nûkirina bo 12 mehan jî daku em projeyên başkirina pêşwext cîbicî bikin, bi armanca vê xelkê ji çadiran veguhêzên sitargehên daimî.”

Dirêjketina krîz û şerê navxwe yê Sûriyê, mayîna derbider û koçberan li nav kampên bêserûber zêdeyî 10 salan û pirsgirêka derbaskirina alîkareiyan bi rêya sînorê Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî neçar kirine sîstemeke nû bo jiyana koçberan berhev bike.

Cîgirê Koordînatorê UNê ji bo karûbarên mirovî li Sûriyê David Carden got, “Ji bo avakirina sitargehên daimî, pêwîstiya me bi anîna panelan bi rêya sînorê Tirkiye re heye. Pêwîstiya me bi nûjenkirina sîstema avê heye. Pêwîstiya me bi nûjenkirina sîstema avrêjê heye, daku bikaribin hejmara sitargehan zêde bikin, wata pêwîstiya me bi anîna boriyan û alavên giran ji Tirkiye bo Idlibê heye, lewra pêwîstiya me bi biryara Civata Ewlekariyê bo 12 mehên din heye.”

Li parêzgeha Idlibê nêzîka 4 milyon kes dijîn, ji wan 1 milyon nîv koçberên şerê navxwe ne ku li nav zêdeyî 1200 kampên bêserûber ji 2014an ve li ser alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ve dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst