Îran û Îsraîl li ser axa Sûriyê şerê hev dikin

05-05-2023
Loloxan
Îran û Îsraîl li ser axa Sûriyê şerê hev dikin
Îran û Îsraîl li ser axa Sûriyê şerê hev dikin
Nîşan Îran Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Îranê û Îsraîlê  li ser xaka Sûriyê berdewam dike. Her car û her demekê pêgehên hev topbaran dikin. Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê dibêje, Îran her hefte firokeyan dişîne Sûriyê da ku çekan bigihînin terorîstan. Îbrahîm Reîsî jî di serdana xwe ya ji bo Sûriyê û dîtina Serokê Sûriyê de, komek  rêkeftinên demdirêj û setratejîk di hemû waran de îmzekirin, vê serdanê jî karvedanên tund ji aliyê Amerîka ve li pey xwe anîbûn.

Ji 30ê çileya 2013an û heta niha Îsraîlê pêgehên grûpên nêzîkî Îranê li Sûriyê bi rêya hêza xwe ya esmanî dike armanc, hevdem di vê derbarê de jî hişyariyê dide Sûriyê.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant anî ziman, “Bi zelalî di 6 mehên borî de, îran heftane firoke dişandin Sûriyê daku çekan bigihînin terorîstan. Divê rejîma Sûriyê bizanibe ku artêşa Israîlê wê bi xurtî bersiva her êrîşekê ji erda wê destpê bike bide. Em rê nadin Îranê pêgeheke serbazî li Sûriyê ava bike an rêyeke bilez bo gihandina çekên pêşketî bo Libnanê çêbike.”

Serokkomarê Îranê jî di serdana xwe ya dawî de bo Sûriyê gef li Israîlê xwarin ku dê herdem piştîvaniya eniya berxwedanê( Filîstîn, Libnan û Sûriyê) dijî Israîlê bike, herwiha da zanîn ku îran û Sûriyê yek in.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got, “Peywendiyên Îran-Sûriyê ne tenê peywendiyên siyasî-dîplomasî yên asayî ne. Ev peywendî di dilê herdû milletan de çêbûne. Ev peywendî di navbera herdû dewletan de setratejîk in. Peywendiyên me zêde kûr in, û ev peywendî biratiyê jî derbas dikin.”

Di serdana xwe de  Serokkomarê Îranê li gel Serokkomarê Sûriyê hejmareke rêkeftinên demdirêj-setratejîk di hemû waran de îmze kiririn, vê serdanê jî karvedanên tund ji aliyê Amerîkayê ve li pey xwe anîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst