Bi biryara Esed girtî grûp bi grûp tên azadkirin

04-05-2022
Hisên Omer
Li Şamê bi sedan kes bi hêviya ku kesûkarên xwe di nav girtiyan de bibînin kom bûn
Li Şamê bi sedan kes bi hêviya ku kesûkarên xwe di nav girtiyan de bibînin kom bûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara efûya giştî ya serokê Sûriyê Beşar Esed ku roja 30 Nîsana derbasbûyî derxistibû, bi dehan girtî ji zindanên Sûriyê hatine azadkirin.

Ji bo şopandina rewşa kesûkarên xwe yên girtî, bi sedan welatiyên Sûriyê li navçeya Pira Serokomar (Cisir El Reîs) li naverasta bajarê Şamê bi hêviya ku girtiyên xwe di nav girtiyên azadkirî de bibînin, yan jî herî kêm nûçeyekê li ser wan bibîhîsin, kom bûne.

Ji yekem roja cejnê ve, li gorî lêborîna giştî ya serokê Sûriyê, girtî grûp bi grûp tên azadkirin.

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji sala 2011ê heta dawiya sala 2021ê 131.469 girtû û bêserûçûn ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hene û 8037 kes ji wan jin in û 3621 kes ji wan zarok in.

149.862 girtî û bêserûşûn ji aliyê tevahiya aliyên şer ve hene û 9271 kes ji wan jin in û 4931 kes ji wan zarok in.

Şepal Ibrahîm, Endamê Amnesty International û girtiyê berê ku dosya girtiyan û azadkirina wan dişopîne, ji Rûdawê re got, biryara azadkirinê ji nişkê ve hatiye dayin.

Ibrahîm her weha behsa hokarên azadkirina girtiyan piştî 11 salan  kir.

Li gorî zanyariyên berdest, prosesa azadkirina girtiyan dê heta meha hezîranê berdewam bike. Tê plşbînîkirin, ku di vê prosesê de, bi hezaran girtî bên azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst