Dêrezor jî ji destê DAIŞê derket

03-11-2017
RÛDAW
Nîşan Sûriye DAIŞ Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Sûriyê ragihand, ku wan pêgehên dawiyê yên DAIŞê li bajarê Dêrezorê ji nav birine û bi tevahî bajêr xistinie bin destê xwe. 

 

Medya hikûmeta Sûriyê ragihand, ku pêgehên dawiyê yên DAIŞê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatine kontrolkirin.

 

Li gorî medya Sûriyê, çekdarên DAIŞê tenê li çend taxên bajar de mabûn. Artêşa Sûriyê û hevpeymanên wan guvaşên xwe bo ser çekdarên DAIŞê zêde kirine û êvariya duh (02-11-2017), bajar bi tevahî kontrol kirine.

 

Dêrezor li Sûriyê bajarê dawîn, bû ku di destê DAIŞê de mabû. Bi vî awayî DAIŞ li Sûriye û Iraqê hemû bajarên bin destê xwe de wenda kir. 


Çalakvanên Sûriyê ragihandinin, ku hêzên Rûsyayê bi tûndî pêgehên DAIŞê li Dêrezorê bombebaran dikin û ew yek derftê dide hêzên Sûriyê ku pêşve biçin. 

 

Roja 18ê Îlonê artêşa Sûriyê bi tevê hevpeymanên xwe derbasî rojhilatê çemê Feratê bibû û dest bi operasyona Dêrezorê kiribû.

 

Ji aliyê din ve Hêzên Sûryeya Demokratîk jî ji aliyê bakûr ve dest bi operasyona Dêrezorê kiribûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst