Îsraîlê bi firokeyan êrîşî Hums a Sûriyê kir

02-07-2023
Loloxan
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê êrîşeke esmanî li derdora bajarê Humsê yê di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de kir, hêza esmanî yên Sûriyê hewl da ku bersiva êrîşê bide.

Medyaya Sûriyê ragihand îro Yekşemê 2ê Tîrmeha 2023an di demjimêr 00:20an de firokeyên Îsraîlê aliyê bakurê Humsê ku dikeve bakurê rojhilatê Beyrût a Lubnanê bombebaran kirin.

Li gorî medyaya Sûriyê, hêzên esmanî yên Sûriyê hewl dane êrîşê rawestînin û tenê ziyanên “madî” çêbûne.

Artêşa Îsraîlê bêyî ku behsa êrîşê bike di daxuyaniyeke xwe de got, “Artêşa me ferq kir mûşekeke dijî firokeyan ya ku xuya ye li nêzî sînorê Îsraîlê hatiye avêtin teqand, ti ziyanên canî çênebûne.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku devera hatiye armanckirin li bakurê rojhilatê Humsê ye, devereke ku hêzên Hizbullaha Lubnanê yên alîgirên Îranê serdest in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) di 14ê Hezîranê de ragihandibû ku serbazekî Sûrî di êrîşeke esmanî de li nêzîkî Şamê birîndar bûye ku armanca êrîşê depoyeke çekan a çekdarên Îranî bûye.

Tevî ku Îsraîl kêm caran behsa êrîşên xwe yên li ser xaka Sûriyê dike lê venaşêre ku ew ê ti carî rê nede ku Îran li wî welatî şopa xwe hebe.

Di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî li deverên curbicur ên wî welatî pêk anîne ku çekdarên Hizbullaha Lubnanî, komên çekdar ên nêzîkî Îranê û artêşa Sûriyê kirine armanc.

Ji sala 2011an ve, Sûriyê di şerekî navxwe de ye ku bûye sedema kuştina zêdetirî milyonek kes, ziyan gihîştiye binesaziya wê û bi milyonan kes li hundir û derveyî Sûriyê koçber bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst