Ajeldarên Sûriyeyê gazinan ji bilindbûna bihayê êm dikin

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Ajel Êm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê ajeldar gazinan ji nebûna êm û bilindbûna bihayê êm dikin.

Ajeldar dibêjin, ew nikarin bi vî awayî berdewam bikin û eger alîkariya wan neyê kirin ew dê dest ji kar berdin.

"Êm, derman û veguhestina ajelan gelekî giran in"

Ajeldarê bi navê Mihemed Nasir li ser rewşê got:

“Êm, derman û veguhestina ajelan gelekî giran in. Dema beytar jî tên zeviyên ajelan, gelek pereyan dixwazin. Dema bihayê êm jî bilind dibe, bihayê şîr û goşt jî bilind dibe.”

Di dema borî de Sûriye welatekî çandiniyê bû, dikaribû berhemên pêwîst ji bo ajeldarên navxwe amade bike lê niha ew rûbirûyî pirsgirêka dabînkirina êmê ajelan bûye.

Li gorî amaran, ji sala 2011an ve ku şerê navxwe yê Sûriyeyê dest pê kir, wî welatî heta sala 2022yan nêzîkî nîvê samana xwe ya ajelan ji dest daye.

Ew êmê ku ji aliyê hikûmetê ve tê dabînkirin, têra pêwîstiya ajelan nake.

Ajelên xwe berdidin ji bo ku li xwezayê biçêrin û xerciya wan kêmtir be.

Ajeldar Elî Xanim jî got:

“Dezgeh êm ji bo sê mehan ji me re dabîn dike lê ew têra mehekê nake, karîna me jî nîne em bi xwe êm ji bo hemû mihan dabîn bikin.”

Beşek ji xwediyên zeviyên ajelan dibêjin, bi sedema pirsgirêkên darayî wan zeviyên xwe girtine û beşeke din ji wan dibe ku çewligên xwe bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst