MÛSIL – Nexweşxane tevde wêran bûne

31-01-2017
Ferhad Dolemerî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şerê_Mûsilê Nexweşxane DAIŞ
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Ji ber şer û pevçûnan li rojhilatê bajarê Mûsilê hemû navendên tendurustiyê û nexweşxane wêran bûne. Lewma ji bo neştergeriyan nexweş û birîndarên Mûsilê ji bo Hewlêrê tên veguhestin.

 

Piştî kontrolkirina aliyê rojhilatê bajarê Mûsilê ji bo çareserkirina nexweş û birîndaaran 14 navendên tendurustiyê hatine vekirin û rojane hezar heta hezar û 500 kes serdana van navendan dike.  

 

Niha li Mûsilê dermanê nexweşiyên demdirêj peyda nabe û li navendên tendurustiyê herwiha neştergerî jî nayê kirin.

 

Ji ber şer û pevçûnan ji sedî 80yê NexweşxaneyaSelam, ku mezintirîn nexweşxaneya Mûsilê ye, wêran bûye.

 

Eyad Îbrahîm ev 19 sal in di Nexweşxaneya Selam de karmend e û dibêje; “Nexweşxane wisa wêranbûye, ku êdî nayê nûjenkirin. Avahiyên nû yên nehatibûn bikaranîn, ji ber şer û pevçûnan hilweşiyan. Ev jî bermayên DAIŞê ne.”

 

Di navendên tendurustiyê yên Mûsilê de ji ber nebûna dermanan gelek caran nexweş nikarin çareseriya nexweşiyên xwe peyda bikin.

 

Mihemed Hesen yek ji wan nexweşan e ku ji bo çareserkiriya pizîşkî serdana navendên tendurustiyê dike û dibêje; “Ev mehek bû em di bin dorpêçê de bûn. Paşî em hatine rizgarkirin. Niha hatine ba doxtor lê dinêrin ku ti dermanek nîne.”

 

Li van navendan nexweşiyên giran nayên dermankirin û herwiha neştergerî nayê kirin. Lewma kesên pêwîstiyên wan bi neştergeriyê û dermanên nexweşiyên demdirêj hene berê xwe didin nexweşxanayên Hewlêrê.

 

Niha kerta tendurustiyê li Mûsilê di rewşa herî xirab de ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst