Emar Hekîm partiyeke nû damezrand

25-07-2017
RÛDAW
Nîşan Emar Hekîm Bizava Hîkmeta Niştimanî partî damezrandin
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokê Encumena Bilind a Îslam ya Iraqê Emar Hekîm bi fermî ji partiya xwe cuda bû û duh bi şev li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê damezrandina partiya xwe ya bi navê “Bizava Hîkmeta Niştimanî” ragihand.

 

Duh êvarê 24ê Tîrmeha 2017an, Emar Hekîm di konferanseke rojnamevaniyê de axivî û diyar kir, ku dest ji karê xwe yê Serokatiya Encumena Bilind a Îslam ya Iraqê berdaye.

 

Herwiha Emar Hekîm di axavtina xwe de aşkere kir: “Pêwîstiya me bi bizaveke nû heye, ku projeya niştimanî pêşkêş bike. Ji ber vê jî em Bizava Hîkmeta Niştimanî radigihînin ku bizaveke nû ya siyasî ya Iraqê ye.”

 

Weke din di axavtina xwe de Hekîm amaje bi wê yekê kir: “Nabe ku li Iraqê ciyawaziya tiwêjan hebe. Divê gedeliya li Iraqê bi dawî bibe û serweta Iraqê bi awayekî wekhev were dabeşkirin.”

 

Emar Hekîm herwiha spasiya rola Îranê û Rêberê wê Elî Xaminêyî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst