Karûbarên dadweriyê yên li Iraqê hatin ragirtin

23-08-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Tevgera Sedr Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê Karbûbarên Dadwerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê ji ber ku komeke piştgirên Tevgera Sedr li pêş avahiya Encûmena Dadweriya Bilind a li Bexdayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, karûbarên darazê hatin sekinandin.

Li gor INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê ku hemû kar û barên dadgehên girdayî wê ne, karûbarên dadweriyê yên Dadgeha Federalê da sekinandin.

Alîgirên Muqteda Sedr, Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê protesto kirin û li pêş avahiya kon vegirtin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Sedr diyar dike ku rêveberiya darazê siyasîbûye û ji ber vê jî divê bên guhertin.

Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê Fayiq Zeydan duh di daxuyaniya xwe de got ku ew li hemberî hemû partiyên siyasî bi wekheviyê tevdigerin, lê Sedr jî dibêje ku ev yek rast nîne.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji ber xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr li ber Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê serdana xwe ya ji bo Misrê kurt kir û zûtir ji dema xwe vegeriya Bexdayê.

Tevgera Sedr a bi serokatiya Muqteda Sedir daxwaza guhertina sîstema siyasî, destûr, hilbijartinên pêşwext û hilweşandina Encûmena Nûneran dike û bi vê mebestê dest bi çalakiyên protestoyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst