VİDEO – Ciwan malbatên DAIŞiyan ji navçeyê derdixin

21-06-2017
RÛDAW
Geyare
Geyare
Nîşan Geyare DAIŞ Ciwan
A+ A-

Geyare (Rûdaw) – Hisên Ziyab ciwanekî navçeya Geyare ya Mûsilê ye. DAIŞê 7 bira û xizmên wê kuştine. Ji ber vê Hisên ligel 200 ciwanên din, di nava navçeyê de digerin û malbatên DAIŞiyan derdixin.

 

Çend roj beriya niha Hisên Ziyab û 200 ciwanên din ên navçeya Geyareyê, li dijî malbatên DAIŞiyan çalakî û xwepêşandanek encam dane.

 

Li gorî dîmenên di telefona Hisên de, ciwan kolan bi kolan, mal bi mal digerin, lîsteyek di destê wan de ye, ji malbatên DAIŞiyan û ew kesên alîkarî dane DAIŞê, dixwazin ji navçeyê derbikevin.   

 

Hisên Ziyab ji Rûdawê re behsa çalakiya xwe kir û got: “Em êş û janê nadin ti kesan. Jin û zarok be, yan jî mezin be. Em destdirêjiya mal û milkê ti kesan jî nakin. Tenê em ji wan dixwazin vê belgeyê îmze bikin ku ew dê di demek nêzîk de ji navçeyê herin. Eger neçin, yasayên welat û yasayên eşîrtiyê hene. Emê beriya hemû tiştî, li dijî wan gilî tomar bikin.”

 

Rêveberiya Xwecihî ya Navçeyê jî piştgirî dide daxwaza xizmê qurbaniyên destê DAIŞê, daxwaza helwestwergirtinê ji parêzgariya Nînowa, Parlamentoya Iraqê dike. Ji ber ku dizane eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên mezintir derbikevin.

 

Rêveberê Navçeya Geyare Xalid Cibûrî got: “Daxwaza xwepêşanderan rewa ye. ji ber ku kesûkarên wan bi destê DAIŞê hatiye kuştin. Em daxwaz ji parêzgeriya Nînowa û parlamentoyê dikin, biryareke bingehîn derbarê vê yekê de bidin.”

 

Li gorî amarên ne fermî, li Geyareyê 2 hezar kes ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. Di dema şerê navçeyê de ew kesên hatine kuştin, ne di nav vê hejmarê de ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst