Iraqê ji ber Newrozê 2 roj betlane ragihand

20-03-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Newroz Cejn Kurd Kurdistan Betlane (Bêhnvedan)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê bi helkevta cejna netewî ya kurdan, cejna Newrozê 2 roj betlane li seranserê welat ragihand.

 

Êvariya îro li seranserê Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û her aliyekê cîhanê, Kurd bi merasîm û festîvalên cuda û bi coş cejna netewî ya Newrozê pîroz dikin.

 

Di demekê de ku gelê Kurdistanê bi giştî mijûlî pîrozkirina cejna Newrozê ye, hikûmeta Iraqê bi helkevta vê cejna kurdan, 2 roj betlane ragihand.

 

Civata Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, rojên Çarşemî û Pênşemî, 21 û 22ê Adara 2018ê bi helkevta cejna Newrozê li Iraqê bêhnvedana fermî ye.

 

Ragihandina 2 rojan weke betlaneya Newrozê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di demekê de ye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî 3 rojên Sêşemî, Çarşemî û Pênşemiyê weke betlaneya Newrozê ragihandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst