Qeys Xezelî: Destê Amerîkayê di revandina welatiyên sivîl de heye

20-02-2019
RÛDAW
Nîşan Qeys Xezelî Amerîka Revandin Welatiyên Sivîl ;Kerbela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîndarê Giştî yê Asayibê Ehlê Heq Qeys Xezelî dibêje ku destê Amerîkayê di revandina welatiyên Kerbela û Selahedîn de heye.

 

Qeys Xezelî di tiwîteke xwe de dibêje, ne dûr e ku destê Amerîkayê li pey revandina welatiyên sivîl ên Kerbela û Selahedîn hebe.

 

Xezelî di wê baweriyê de ye ku di van demên dawî de bala Amerîkayê li ser vegera metirsiya DAIŞê ye, ku hevdem e ligel vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, ev jî ji bo wê yekê ye ku hincetekê derbarê hebûna xwe li Iraqê bibînin.

 

Berî demekê hejmarek ji welatiyên sivîl di dema lêgerîna dombelan de li parêzgeha Enbar û Kerebalê hatin revandin, hin hatin azadkirin û hinekên din jî cenazeyên wan hatin dîtin, heta niha jî çarenivîsa çend kesan ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst