Asta avê li Bendava Mûsilê bilind bûye

18-04-2019
Mehdî Ferec
Mehdî Ferec
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bendava Mûsilê Ast Av
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) - Di heyama 30 salan de cara yekem e ku asta ava bendava Mûsilê digihê 9 milyar metre sêgoşe. Niha bepirsên bendava Mûsilê digel pisporên biyanî hewlên xwe didin ku givaşa li ser bendavê kêm bikin, û deverên din ji bo hewandina avê li derdora bendavê peyda bikin.

 

Berpirsekî Bendava Mûsilê Muhsîn Elî Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Em kortan bi çend qonaxan dadigrin. Em li gor pêwîst û xişteyeke daxwazkirî wan kortan tijî dikin. Spas bo Xwedê her tişt bi dirustî birêve diçin. Bendav bi silamet e.”

 

Bendava Mûsilê dikare 11 milyar metre sêgoşe avê embar bike, ev jî dibe sedem ku sûd ji bo sektora çandiniyê û berhemanîna elektrîkê û projeyên masiyan hebe. Di derbarê berhemanîna elektrîkê de jî rojane dikare nêzîkî 580 megawatt elektrîk berhem bîne.

 

Tevî zêdebûna ava bendavê, rêveberên bendavê xelkê piştrast dikin ku ti metirsî li ser bendava Mûsilê tune ye.

 

Berpirsekî Bendava Mûsilê Riyaz Îzedîn Elî ji Rûdawê re diyar kir: “Ew gotinên ku dibêjin pirsgirêk di Bendava Mûsilê de hene, yan metirsiya jinavçûnê li ser heye, yan nêzîkî jinavçûnê ye, ji rastiyê dûr in û ew gotin bêbingeh in. Îro Bendava Mûsilê bi awayekî dirust kar dike. Ti têbîniyeke nêyênî li ser tine. Di demekê de ku karê dagirtinê berdewam e, ev jî ji bo silametiya bingeha bendavê ye, îro aveke zêde digihe ser bendava Mûsilê.”

 

Projeya avakirina Bendava Mûsilê, ji aliyê kompaniyeke Almanî  ve di sala 1981ê de dest pê kir û di sala 1986an de bi dawî bû. Bendava Mûsilê li Iraqê bendava herî mezin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst