Sûriye û Îraqê peymanek îmze kir

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul Emîr Şemerî ragihand ku wan bi Sûriyeyê re peymaneke 5 xalî ya ewlehiyê îmze kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul Emîr Şemerî û Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Mihemed Xalid Rehmûn li Bexdayê di konferanseke rojnamegerî de axivîn.

Ebdul Emîr Şemerî diyar kir ku wan bi Sûriyeyê re peymaneke ewlehiyê  ya ji 5 xalan pêk tê îmze kir.

Şemerî da zanîn ku ew peymana wan wekî peymanên din ê Îraqê bi welatên din ê ncîran re ye û peyman li ser ewlehiyê ye.

Xalên peymanê li ser rêlibergirtina madeyên hişbir, teror, kontrolkirina sînoran, rêlibergirtina pereyê qaçax, radestkirina tohmetbaran e.

Mihemed Xalid Rehmûn jî da zanîn ku piştî hevahengiya wan bi Îraqê re wan rê li ber madeyên hişbir girtiye û gelek komên bazirganiya madeyên hişbir dikin jî desteser kirine.

Konferansek dê were lidarixistin

Rehmûn herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku dê 22yê Tîrmeha îsal li Bexdayê li ser pêwendiyên ewlehiyê yên navbera her du welatan konferansek jî were lidarxistin.

Sûriye yek ji wan welatan e ku madeyên hişbir ji nava wê derbasî Îraqê dibin.

Herêma Kurdistanê û Îraqê zêdeyî 600 kîkometre sînorên xwe yên hevbeş bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re hene.

Li gorî Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir a Îraqê, di nava welatên cihanê de yên herî zêde madeyên hişbir lê belavbûyê de Îraq di rêza 32an de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst