HILBIJARTIN - Dengdan bidawî bû

12-05-2018
RÛDAW
Nîşan hilbijartin Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyên navendên dengdanê li seranserê Iraqê di serê saeta 18:00 de hatin daxistin û proseya dengdanê ji bo hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê bi fermî bi dawî hat.

 

Ji niha ve cudakirin û hejmartina dengan li seranserê Iraqê dest pê dike û dê di demên li pêş de encamên hilbijartinan bihêne ragihandin.

 

Îro ji demjimêr 07:00an de proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li hemû parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û komîsyonê jî ragihandiye ku dengdan di saet 18:00an de bi dawî dibe.

 

Rêjeya beşdarbûna dengderan li Başûrê Kurdistan û hin bajarên Iraqê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine ragihandin.

 

Li gorî zanyariyên gihiştine Rûdawê heta demjimêr 4.00ê êvarî rêjeya beşdarbûnê li Herêma Kurdistanê % 50.64 bûye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst