Pêşmerge kemîn danî: 17 kuştî!

11-09-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Tilefer Eyaziye Qeseb Raî Pêşmerge DAIŞ Kemîn
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li ser sînorê navçeya Tileferê 17 çekdarên DAIŞê ketin kemîna hêzên pêşmerge û her 17 çekdar hatin kuştin.

 

Operasyona artêşa Iraqê li dijî rêxistina DAIŞê li sînorê bajarokê Eyaziye ya ser bi navçeya Tileferê ve hêj berdewam e. Artêşa Iraqê îro ji sê aliyan ve êrişî gundê Qeseb Raî yê ser bi bajarokê Eyaziyeyê kir û şerekî giran di navbera hêzên iraqî û çekdarên DAIşê de derket.

 

Ji ber dijwarbûna şer, hejmarek çekdarên DAIŞê ji eniyên şer reviyan û hewl dan, ku derbasî sînorê hêzên pêşmerge bibin, lê ketin di nava kemîna wan de û her hemû hatin kuştin.

 

Cîgirê Fermandeyê Hêza Pêşmergeya Jîngehî ya Duhokê, eqîd Cemal Seidûn li nêzîkî gundê Qeseb Raî ya bajarokê Eyaziyeyê ji Rûdawê re ragihand: “Piştî derbasbûna 13 rojan bi ser dorpêça li ser gundê Qeseb Raî de, îro artêşa Iraqê ji 3 aliyan ve êrişa bo ser wî gundê dest pê kir û di navbera wan û çekdarên DAIŞê de şer derket.”

 

Cemal Seidûn got: “Hêj lui hinek cihên gundê Qeseb Raî çekdarên DAIŞê berevaniyê dikin. Piştî destpêkirina êrişên artêşa Iraqê, 17 çekdarên DAIŞê reviyan, lê belê ketin kemîna hêzên pêşmerge û her 17 çekdar hatin kuştin.”

 

Gundê Qeseb Raî bo dema 13 rojan bû, ku ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatibû dorpêçkirin. Derdora 200 çekdarên DAIŞê tevî 30 malabtên DAIŞî ku piraniya wan biyanî ne, xwe li vê gundî veşartibûn.

 

Pêştir Iraqê ragihandibû, ku operasyona kontrolkirina Tileferê bi awaykî serkevtî bi dawî bûye û tevahiya wê navçeyê ji destê çekdarên DAIŞê hatiye derxistin, lê belê heta niha li hin deverên ser bi Tileferê yên weke Eyaziyeyê şer û pevçûn berdewam in.

 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst