Ala Talebanî: Nebûna ala Iraqê li ser tabûta Mam Celal xelet bû

09-10-2017
RÛDAW
Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê
Nîşan Parlamentoya Iraqê Celal Talebanî Silêmanî Selîm Cibûrî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Parlamentera YNKê li Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî di rûniştina parlamentoyê de beyanameyek xwend û got: “Nebûna ala Iraqê li ser tabûta Mam Celal xelet bû lê bi qestî nebû.”


Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, ku hejmareke fraksiyonên Kurdistanê jî beşdar bûn, Ala Talebanî bi navê fraksiyonên Kurdistanî beyanameyek xwend û behsa giringiya rola Celal Talebanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

 

Di merasîma pêşwazîkirina termê mam Celal de, derbarê nebûna ala Iraqê li ser tabûtê Ala Talebanî got: “Nebûna ala Iraqê li ser tabûta Mam Celal xelet bû lê bi qestî nebû.”

 

Piştî xwendina beyanameyê parlamenterên kurd ji rûniştina parlamentoyê derketin.

 

Di rûniştina îro de fraksiyona Deleta Yasa ya partiya Nûrî Malîkî ji Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî xwest, u derbarê serdana xwe ya Hewlêrê û hevdîtina xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de agahiyan bide.

 

Parlamenterê Dewleta Yasa Nazim Sadî ji Rûdawê re got: “Selîm Cibûrî weke serokê parlamentoyê neçûye hevdîtina li gel Barzanî. Çimkî ew bi me re neşêwiriye. Lewma me xwest bizanin ka weke nûnerê kî ev serdan pêk aniye.”

 

Li hember de Selîm Cibûrî jî ragihand, ku di serdana xwe de behsa yekparçebûna xak û serweriya Iraqê kiriye û got: “Di demekê nêzîk de dê berhemên hewldanên me werin dîtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst