Hêj sedema mirina masiyên li çemê Feratê nayê zanîn

08-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Iraq Masî Mirarbûn Sedem
A+ A-

Babil (Rûdaw) – Zêdetirî hefteyek e çend tîm li parêzgeha Babilê bi wesayîtên kar bi paqijkirina çemê Feratê ji milyonan masiyên mirî ve mijûl in.

 

Wezareta Çandiniyê ya Iraqê 16 tîmên veterînerî ji bo lêkolîna sedema mirina masiyan diyar kirine. Piştî pişkinîna destpêkê derketiye holê ku ew masî ji ber bakteriyan mirine, ne ji ber hebûna jehr li nav çem, lê ev hêj biryara dawî nîne.

 

Nûnerê Encûmena Parêzgeha Babilê Mubder Ebdulcebar dibêje: “Heta niha encam derneketine. Me bi rêya rêxistina tendirustî ya cîhanî nimûne şandiye Viyenayê. Herwiha Wezareta Tendirustî nimûne wergirtine û ji taqîgehên Urdunê re şandine, ji zanîngehên Babil û Kufeyê jî nimûne hatine şandin, em li bendê ne ku di nav du rojan de encam derkevin.”

 

Biryar e van rojan bi rêya lijneya hevbeş a wezaretên tendirustî, çandinî û jîngehê, sedema sereke ya mirarbûna masiyên li nav Feratê were ragihandin.

 

Hêj nekarîne rê li ber mirina masiyan bigrin û her roj bi sedan masî dikevin ser çemê Feratê. Bi hezaran hewizên masiyan jî li nav rûbarê Feratê hene û gelek zirarên madî gihiştiye xwediyên hewizan.

 

Muştaq Şakir ku li nav çemê Feratê hewiza wî ya xwedîkirina masiyan heye dibêje: “Kes nizane sedem çi ye ku ev tişt hat serê wan masiyan. 90 heta 100 milyon dînar zirar gihiştiye min, ez ji ku wan pereyan bînim, ez bi xwe deyndarê xwediyê kargehê me, hûn bi xwe dibînin di nav qefesan de masiyekî jî nemaye.”

 

Ji ber tirsa xelkê ya derbarê belavbûna nexweşiyê de, kîloya masiyekî li hinek parêzgehên başûrê Iraqê ji çar hezar dînaran bo hezarek dînar daketiye, ev jî careke din ji bo xwediyê hewizan û firoşkarên masiyan bûye zirar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst