Li her bazneyeke hilbijartinên Iraqê kursiyek bo kota ya jinan heye

08-09-2021
RÛDAW
Iraq di hilbijartinan de li ser 83 bazneyan hatiye dabeşkirin
Iraq di hilbijartinan de li ser 83 bazneyan hatiye dabeşkirin
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Kota Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên vê carê yên Iraqê de, ji 3 hezar û 249 berbijêran 951 berbijê jin in. Iraq li ser 83 bazneyan hatiye dabeşkirin, li her yekê ji wan bazneyan kursiyek ji bo kotaya jinan hatiye terxankirin. Bi vê yekê wê herî kêm di xula bê ya parlemana Iraqê de, 83 kursî ji bo jinan be.

Di hilbijartina pêşwext a xula pêncem a parlementoya Iraqê de, ku biryar e 10ê maha bê birêve here, piraniya aliyan û berbijêrên serbixwe jî, çavên wan li bidestxistina kursiyên kotaya jinan e, ji ber ku dengên kêmtir jê re pêwîst in.

Di vê hilbijarinê de, Iraq li ser 83 bazneyan hatiye dabeşkirin, li her yekê ji wan bazneyan kursiyek ji bo kotaya jinan hatiye terxankirin, lewma çarekeke kursiyên parlementoyê li her parêzgehekê ji bo jinan e, bi wê yekê jî, bi kêmanî çarekeke kursiyên xula bê ya parlementoya Iraqê, ku 83 kursî ye, ji bo jinan be.

Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Dr. Viyan Silêman dibêje: “Bi rastî di vê qonaxê de pêwîstiyeke zêde bi kota jinan heye. Ti partiyeke Kurdistanî nekariya wê perwerdeyê fêrî cameverê xwe bikin bi yeksanê deng ji bo jinan û zilaman bidin. Heta niha jî civak bi giştî siyasetê û rêveberiya bi erkê zilamnan qebûl dike. Herwiha ev bawerî ne tenê li ba zilaman heye, di heman demê de li rêjeyeke zêde ya jinan jî heye.”

Her çiqasî amarên Wezareta Plandanînê dibêjin, jin nîvê civaka Iraqê ne, ango nîvê wan kesên ku di hilbijartinê de, mafê wan ê dengdanê heye, jin in, êdî gelek caran pêwîstiya jinan bi sîstema kotayê ye, da ku bigihêjin parlementoyê, ji ber ku encamên hilbijartinên bûrî dibêjin, piraniya dengderan li Iraqê çi zilam yan jin bin, deng didine berbijêrên zilam.

Di hilbijartina parlementoya Iraqê de, sala 2018an, tenê 14 berbijêrên jin li Iraqê û Herêma Kurdistanê dengên wan gihiştin bêhtir ji 10 hezar dengî û bi bê alîkariya sîstema kotayê jin gihiştin parlementoyê, ji wan 14 berbijêran, 10 ji Herêma Kurdistanê bûn.

Di vê hilbijartina parlementoya Iraqê de, ji 3249 berbijêran 951 berbijê jin in.

Derbarê diyarkirina serkeftiyên kursiyên kotaya jinan jî, li her bazneyekê berbijêreke jin berawird bi berbijêrên din ên jin, li nav wê bazneyê, bêhtirîn deng bidest bîne, kursiya kotaya wê bazneyê dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst