Sedir, Hekîm û Elawî hewla piraniya parlamentoyê didin

08-06-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartin Hevpeymaniya Saîron Bizava Hikme Hevpeymaniya Weteniye Hikûmet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Saîron, Bizava Hikme û Hevpeymaniya Weteniye hewl didin, ku bi çend fraksyonên din re piraniya parlamentoya Iraqê pêk bînin.

 

Endamekî komîteya danustandinê ya Tevgera Hikme dibêje, ji hev fêmkirineke kor di navbera wan de heye û derî ji hemû fraksyonên din re vekiriye daku tevlî wan bibin.

 

Endamê komîteya danustanên Bizava Hikme, Ebdullah Zeydî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji hev fêmkirinek di navbera Hevpeymaniya Saîron, Weteniye û Bizava Hikme de heye û wan aliyan li ser hinek xalan li hev kirine.

 

Ebdullah Zeydî got, danûstandinên wan her sê aliyan berdewam in û tekez kir, derî ji farksyonên din ên weke Kurd, Sunne û Şîeyan re vekiriye, ku li ser bingeheke niştimanî bikarin hevpeymaniyeke reha pêk bînin.

 

Wan her sê aliyan di hilbijartinên 12ê Gulanê de nêzîkî 100 kursiyên parlamentoyê bi dest xistine û di hewlan de ne, ku bi fraksyonên din re jî li hev bikin, daku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mezimtirîn firaksyonê ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst