Berpirsê Iraqî: Pêçana tabûta cenazeyê Mam Celal bi ala Kurdistanê bêrêzî ye

06-10-2017
RÛDAW
Nîşan Celal Talebanî Ala Kurdistanê Cenaze Hevpeymaniya Dewleta Yasa
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Casim Mihemed Ceifer got: “Pêçana tabûta Serokomarê Berê yê Iraqê bi Ala Kurdistanê 'xiyanet û bêrêzî’ ye.”

 

Casim Mihemed Ceifer ku serkirdeyekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ye, ji medyaya Iraqê re ragihand, ku bi axsipartina Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî bi pêçana Ala Kurdistanê "xiyanet e ji Iraqê re û bêrêzîkirin e li dijî mezinahiya yekîtiya Iraqê û beşdarên ereb û navdewletî.” Herwiha got: “Ev karê hevjîna wî - ruhê wî şad be - Hêro Îbrahîm Ehmed e û cihê qebûl kirinê nîne. Bi vêya jî rûyê rasteqîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê derxist û îsbat kir ku li gel cihêbûn û referandumê ne.”

 

Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî, Casim Mihemed Ceifer herwiha got: “Ev peyameke bi qestî û berfireh e, ji aliyê siyasî ve jî peyameke rasterast e. Loma divê ji vê aliyê ve serederî li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê were kirin weke partiyeke piştevana referandumê û cihêbûna ji Iraqê. Ev jî berevajî wê yekê derxist ku serkirdayetiya vê partiyê bangewazî dikirin û li hember hemû cîhan rûyê xwe yê rasteqîn aşkere kirin.”

 

Herwiha ji ber nebûna ala Iraqê li ser termê Mam Celal, hin televîzyonên Erebî weşana merasîmê qut kirin û dîmenên bi axsipartina termê wî, dan rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst