Hoşyar Zêbarî: Rêz li biryara Dadgeha Federal digirim

06-02-2022
RÛDAW
Nîşan Hoşyar Zêbarî PDK Kurd Serokkomariya Iraqê Dadgeha Federal a Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijarê Kurd û PDKê bo serokkomariya Iraqê, Hoşyar Zêbarî ragihand, ew rêzê li biryara Dadgeha Federal a Iraqê digire ku berbijarbûna wî bi awayekî demkî rawestandiye û tekez dike, desthilata dadwerî dê berbijarbûna wî piştrast bike.

Hoşyar Zêbarî îro di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kiriye, têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser berbijarbûna xwe bo posta serokkomariyê dibêje, “Em rêzê li biryara Dadgeha Federal digirin, ku bi awayekê demkî berbijarbûna me rawestand heya ku doza hin kesên ku bi rojên beriya reformê ve girêdayî ne, were çareserkirin.”

Hoşyar Zêbarî tekez dike, desthilata dadweriyê dê berbijarbûna wî piştrast bike û dibêje; “Baweriya me heye ku dadgeh dê yekalî bike ya pêştir dezgehên ser bi dewletê ve piştrast kirine ku me şert û mercên berbijarbûnê pêk anîne, û tiştê tê gotin ji bilî nalînek ji bo zêdetir girtina desthilatê ne tiştekî din e.”

Dadgeha Federal a Iraqê îro biryar da ku rêkarên berbijarkirina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariya Iraqê bi awayekê demkî bên rawestandin.

Ev biryara Dadgeha Federal piştî wê yekê hat ku sê parlamenterên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlamentoya Iraqê û parlamentereke serbixwe li dijî Serokê Parlamentoya Iraqê tomar kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst