Îranê dîmenên bermahiyên dronên ku kargeheke leşkerî kirin armanc belav kir

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê dîmenên parçeyên wan dronên ku kargeheke Wezareta Berevaniyê ya Îranê li parêzgeha Îsfehanê kirin armanc belav kir û diyar kir du ji wan dronan ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatine xistin û têkşikandin û ya din jî ziyaneke zêde nedaye.

Cîgirê Parêzgarê Îsfehanê Mihemed Riza Can Nisarî roja Şemiyê 28ê Çileya 2023an got, “Ew dengê teqînê yê ku hat bihîstin, dengê sîstema berevaniyê bû ku ew dron kirine armanc. Di destpêkê de, xelk tirsiya lê nûçe zû hate belavkirin.”

Televizyona Îranê dîmenên "parçeyên hatine teqandin" ên firokeyên bê firokevan belav kir ku Wezareta Berevaniyê berî niha gotibû du ji wan hatine xistin û anî ziman, “Kontrolkirina dronên biçûk bi karanîna pergalên şerê elektronîkî ji destê operatoran hat derxistin.”

Roja Şemiyê 28ê Çileya 2023an, li parêzgeha Îsfehanê êrîşî kargeheke Wezareta Berevaniya Îranê hat kirin. Artêşa Îranê piştre got ku êrîş bi sê dronan pêk hatiye ku du ji wan "bi serkeftî hatine xistin". Drona sêyemîn xwe gihîştande kargehê lê ti ziyanek çênebûye.

Piştî bûyerê, Şêwirmendê Medyayî yê Serokomarê Îranê Mihemed Merendî, tiliya tawanbarkirinê nîşanî Îsraîl û "hevpeymanên wê yên li bakurê Iraqê" da û hişyariyek tund da, li ser Twitterê got, “Ev hefteyeke ne baş e ji bo rejîma nijadperest li navxwe û derveyî welêt jî, her çend tevî têkçûna Netanyahu û hevpeymanên wî yên terorîst ên rojavayî li bakurê Iraqê, divê ew her fêr bibin ligel şikestinê dê siza jî hebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst