Serokomarê Iraqê li Tehranê ye

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Serokomarê Iraqê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd bi 4 çar wezîrên hikûmetê re ji bo serdaneke fermî gihîşte Tehran a paytexta Îranê, serdana wî dê rojekê bidome.

Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an gihîşte Tehranê û bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ên pilebilind re civiya.

Serokkomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gihîşt Tehranê.

Ji bilî du şêwirmendên serokkomar, wezîrên Derve, Elektrîk, Çandinî û Çavkaniyên Avê û Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê di serdana yek rojî de amade ne.

Letîf Reşîd piştî ku dest bi erka xwe kir cara yekem e serdana Îranê dike.

Tê çaverêkirin ku di vê serdanê de mijarên avê, peywendiyên bazirganî yên di navbera Iraq û Îranê de û guherîna keşûhewayê de mijarên herî girîng bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst