ÎRAN - Di mehekê de 64 kes xeniqîn

23-04-2024
Nîşan Îran Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê diyar kir ku di nava mehekê de 64 kes xeniqîne.

Berdevkê Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê Babek Yektaperest li ser hejmara bûyerên xeniqînê yên li Îranê daxuyaniyek belav kir.

Babek Yektaperest da zanîn ku di maweyê mehekê de 64 kes xeniqîne.

Li gorî gotina Babek Yektaperest, amarên xenîqînê li gorî sala par ji sedî 2 zêde bûne.

Babek Yektaperest amaje bi wê yekê jî kir ku ji 21ê Adarê heta 21ê Nîsanê ew hatine agahdarkirin ku 118 buyerên xeniqînê rû daye.

“Li Îsfehanê 7 û li Farsê jî 11 kes xeniqîne”

Di wan bûyeran de 64 kesan canê xwe ji dest daye û 54 kes jî ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hatine rizgarkirin.

Li gorî gotina Babek Yektaperest, rêjeya rizgarkirinê jî ji sedî 59 zêde bûye.

Yektaperest herwiha diyar kir ku metirsiyên xeniqînê herî zêde bajarê Bûşehr û Hurmuzganê çêbûne.

Di heyama mehekê de li Îsfehanê 7 û li Farsê jî 11 kes xeniqîne ku ev parêzgeh di serê lîsteya bûyerên xenîqînê de cih digirin.

Babek Yektaperest da zanîn ku xeniqîna wan kesan jî ji ber lehî û bilindbûna ava çem û rûbaran bûye.

Babek Yektaperest ji xelkê xwest dema ku çûn geştê xwe û otomobîlên xwe ji rûbar û çeman dûr bixin û xwe nêzîkî metirsiyan nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst