Li Tehranê pîsbûna hewayê dewama zanîngeh û dibistanan ragirt

20-12-2022
RÛDAW
Pîsbûna hewayê li bajarê Tehranê. Wêne: AFP
Pîsbûna hewayê li bajarê Tehranê. Wêne: AFP
Nîşan Tehran Îran Pîsbûna Hewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Îranê bajarê Tehranê ji ber hewayê pîs mesafeya dîtinê gelek kêm bûye û yek mîl e. Hikûmeta Îranê biryara ragitrina xebata zanîngeh, peymangeh û xwendingehan daye.

Serperiştiyarê Fermangeha Jîngehê, Derwîş Gul-Elîzade derbarê pîsbûna hewayê bajarê Tehranê de ragihandiye, “Kalîteya hewaya Tehranê ji bo kesên lawaz metirsîdar e. Sedema serekî ya pîsbûna hewayê jî, ew amêr in, ku bi sûtemeniyê kar dikin. Bi taybetî amûrên veguhestina giştî.”

Pîsiya hewayê çar qatên wê rêjeyê ye ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî weke rêjeyeke metirsîdar diyar kiriye.

Li gorî amarên Kompanyaya (IQ Air), Îran 24emîn welat e, ku pîstirîn hewa lê heye. Li Tehranê 80% ji pîsbûna hewayê, bi sedema wan amûran e, ku bi sotemeniyê kar dikin.

Li gorî amarên Banka Cîhanî, sala 2021 bi sedema pîsiya hewayê li Rojhilatê Kurdistanê û  Îranê, 41 hezar û 700 kesan canên xwe ji dest dane.

Ev yek di demekê de ye ku salane 7 milyon kes bi sedema pîsiya hewayê li hemû cîhanê canên xwe ji dest didin.

Hikûmeta Îranê daxawaz li welatiyan kiriye ku maska (N 95) bikar bînin.

Arya Xecar niştecihê Tehranê behsa bandora hewayê pîs ê bajêr bo ser tendirustiya xelkê dike û dibêje, “Pîsbûna hewayê, bi awayekî nerênî bandor li ser jiyana gelek kesan dirust kiriye. Kêşeya min a tund a henaseyê heye û pîsiya hewayê jî azarê dide min.”

Li gorî amarên Fermangeha Jîngehê ya Îranê, li Tehranê 25 milyon otomobîl û 12 milyon matorsîklet hene, ji vê hejmarê jî 6.5 milyon otomobîl û 10 milyon motorsîklet kevn in. Ew jî sedema sereke ya pîsbûna hewaya bajêr e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst